Bîlançoya hezazê ya li Çînê giran bû

Bîlançoya hezazê ya li herêma Sîçûan (Sîchûan) a li başûr rojavayê Çînê giran bû. Hejmara qurbaniyan gihîşt 19 kesan.

Ji çîftlîkeke daristanê ya li ser girekî erd şemitî û ax bi ser navendeke madenê ve rijiya. Cihê ku karesatê lê rû da nêzî bajarê Leshanê ye.

Rayedarên xwecihî destpêkê ragihandibûn ku 14 kes mirine, 5 kes jî winda ne.

Li gorî televîzyona dewletê CCTV, cenazeyên 5 kesên winda hatin dîtin.

Li cihê ku hezazê lê rû da, derdora 40 hezar kes dimînin. Şêniyên vê herêmê debara xwe bi giranî li ser karên daristan û çandiniyê dikin.

Hezaz li herêmên bejahî û daristanî yên Çînê gelek caran rû didin.