Bîlançoya felaketa li Brezîlyayê giran dibe

Ji ber lehiya ku li eyaleta Sao Paûlo ya Brezîlyayê rabû, herî kêm 40 kes mirin.

Serokkomarê çepgir ê Brezîlyayê Lûîz Înacîo Lûla da Sîlva roja Duşemê ji hewayê ve li herêma felaketê temaşe kir.

Saziya Meteorolojiyê ya Neteweyî hişyarî da ku rojên bê li herêmê wê baraneke zêde lê bike.

Li bajarê Sao Sebatîao ku bi 200 kîlometreyî dûrî Sao Paûlo ye, ji ber şemitîna erdê herî kêm 50 xanî xera bûn. Hate ragihandin, li vî bajarê ku nifûsa xwe 90 hezar kes e, 39 kes mirine. Ji Saziya Arkujiyê ya Sao Paûlo Mîchelle Cesar ji televîzyona CNN a Brezîlyayê re axivî û diyar kir ku hîn derdora 40 kesî nehatin dîtin.

Hate ragihandin ku li bajarê Ûbatûbayê jî zarokeke keç jiyana xwe jiyana xwe ji dest daye.

Bi bandora germahiya global, li Brezîlyayê karesatên xwezayî zêde bûn. Sala 2022'an li Petropolîs a eyaleta Rîo Janeîro zêdeyî 230 kes ji ber karesata lehiyê jiyana xwe ji dest dan.