Bîlançoya erdheja Pakistanê giran dibe

Di erdheja bi pileya 5,2 li Pakistanê pêk hat de bi kêmanî 19 kes kes mirin.

Navenda erdhej 22 kêlometre dûrî bajar Jhelûm a dikeve sînorê herêma Keşmîr û Pencap a dikeve rojhilatê welat pêk hatiye. Li gorî rayedaran, li Mîrpûr a beşek girêdayî Keşmîr a Pakistanê 19 kes mirin, hejmara birîndaran gihişte 300’î.

Ji ber erdhejê li Kemîr ziyanek mezin gihişte binesaziyê, ziyan gihişte gelek avahiyan jî. Tenê li gundekî bi navê Sahankîkrî ziyan gihişte nêzî 400 malan, hinek jî hilweşiyan.