Bîlançoya erdeheja li Endonezyayê girantir bû

Ji ber erdheja tund ku di nava vê hefteyê de li komgravên Maluka yê dikeve rojhilatê Endonezyayê çêbûbû de hejmara mirinan gihişte 30 kesî.

Berdevkê Ajansa Rêveberiya Felaketên Xwezayî Agos Wîbowo da zanîn ku bîlançoya erdeheja 6.5 rîhterî ya roja pêncşemî çêbûyî girantir bûye. Wîbowo got 30 kes mirine û 156 kes jî birîndar bûne. Tê gotin ku di nava miriyan de 3 zarok jî hene.

Enstîtûya Jeofîzîk a Emerîkayê tespît kir ku navenda vê erdhejê li 37 kîlometriya Bakurê Rojhilatê bajarê Ambon a herêma Maluku û bi kûrahiya 29 kîlometreyan e. Valiyê eyaleta ku erdhej lê çêbû heta 9’ê Cotmehê rewşa awarte îlan kir.

Ji ber xisarê çêbûyî li gel ku herî kêm 25 hezar kes mecbûr man ku malên xwe biterikînin, berpirsan çadir û mutfaqên kolektîf xistin devrê. Li gorî agahiyên hatine dayîn bi sedan mal, navend, dibistan û navendên tendrustiyê jî zirar dîtin. 

Komgravên Endonezyayê ji 17 hezar grav û gravokan pêk tê. Ew welate ku 3 pilakeyên tektonîk ê mezin tê de digihîjin hevudu li ser kembera agir a oqyanûsa Pasîfîk cih digire.
Nêzî 100 volkanên çalak di wê komgravê de hene.

Di Tisûnamî û erdheja bi pileya 7.5 rîşter a 28 Îlona 2018’an çêbûyî de bajarê Palu bi erdê re bibû yek û herî kêm 2073 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Hê jî 5000 kes wenda ne. Piraniya wan di bin xirbeyên malên ku hilweşiyan de man. Li gorî Xaça Sor piştî salekî ku li ser ew erdhejê derbas bûye hê jî 57 hezar kes di stargehên ku bi kêm û kurtî ne de dijîn. 

Di sala 2004’an li peravên grava Sumatra, tisûnamiya ku ji ber erdheja bi pileya 9.3’an de çêbibû, canê 220 hezar kesî li peravên oqyanûsa Hindê stand. Ji wana tenê 168 hezar kes Endonezyayî bûn ku mirin.