Bîlançoya 'Bahoza Sedsalê' giran dibe

Ba û bahoza ku ji aliyê Rûsyayê ve weke 'Bahoza Sedsalê' tê binavkirin, bandoreke giran li Rûsya û Ûkraynayê dike. Li Ûkraynayê 10 kes mirin, 23 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya Îgor Klîmenko ê Wezîrê Karên Hundir ê Rûsyayê, ji roja Yekşemê û heya îro bahoza mezin ku li herêmên Odessa, Mîkolayîv, Harkîv û Kîevê dewam dike. Li gorî agahiyên beriya niha, heya êvara Duşemê li Ûkraynayê 5, li Rûsya, Kirim û Moldovayê jî 8 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku li Ûkraynayê 10 kes mirine û 23 kes jî birîndar bûne.

Li gorî Wezareta Enerjiyê ya Rûsyayê, bahozê herî zêde tesîr li Kirima ku di sala 2014'an de hatibû dagirkirin, li Başûrê Rojavayê Rûsyayê û hin herêmên  Ûkraynayê yên hatine dagirkirin,  kirîye.

Cesedê zilamekî li Soçiya bajarokê Rûsyayê hat dîtin û li Kirimê jî kesekî ji ber pêlên behrê jiyana xwe ji dest da.

Li Tengava Kerçê di keştiyekê de û li Novorossîyska herêma Krasnodarî jî  hin kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Rûsyayê jî ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê û çûna ceyranê, tesîr li 1,9 milyon kesî kir.   

Li Ûkraynaya jî, ji ber berfê 2000 kes bê ceyran man û rê hatine girtin.

Hat ragihandin ku li Moldovayê 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.