Bîden: Pûtîn Ewropa kir NATO

Serokê DYE'yê Joe Bîden bi rengekî îronî got, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn Ewropa kir NATO û ragihand, wê hejmara leşkerên Emerîkî yên li Ewropayê zêde bikin.

Serokê DYE'yê Joe Bîden li civîna bilind a NATO'yê axivî û diyar kir ku bi armanca "bersivdana li gefên bejahî, hewayî û deryayî" DYE wê "hêza xwe ya leşkerî ya li Ewropayê xurt bike."

Bîden anî ziman ku civîna bilind a NATO'yê "mohra xwe li dîrokê xist" ragihand ku wê hejmar û kapasîteya leşkerên Emerîkî yên li Spanya, Polonya, Romanya, welatên Baltik, Qraliyeta Yekbûyî, Elmanya û Îtalyayê zêde bikin.

HEJMARA LEŞKERÊN EMERÎKÎ YÊN LI EWROPAYÊ WÊ BÊ ZÊDEKIRIN

Bîden anî ziman ku wan "ispat kirine ku NATO ji her demê bêhtir pêwîst e" û bi bîr xist ku DYE'yê ji xwe îsal 20 hezar leşkerên din li Ewropayê bi cih kirine.

Bîden diyar kir ku wê hejmara destroyerên li baregeha deryayî ya Rota ya li Spanyayê ji 4'an bikin 6 û li Polonyayê jî "biryaregeheke mayinde" ava bikin.

'PÛTÎN XWEST HEMÛ WELAT BIBIN MÎNA FÎNLANDIYA, LÊ EWROPA BI TEMAMÎ BÛ NATO'

Bîden destnîşan kir ku Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dixwest "Hemû Ewropa bibe mîna Fînlandiyayê", yanî endamên NATO'yê bikevin pozîsyona bêalîbûnê û got, "Lê belê berevajî bû. Ewropa hemû bû NATO."