Bîden dixwaze destûra rûniştinê ya bi sed hezaran koçber hêsantir bike

Di serdemeke ku koçberî mijarek sereke ya kampanyayên hilbijartina seroktîyê ya li Emerîkayê de ye, Joe Bîden ji Qesra Spî da xuyakirin ku ji bo hêsankirina mafê rûniştinê û destûra kar ji bo sed hezaran kesan re, ew ê tedbîrên pêwîst pêk bînin.

Mijara koçberiyê ku di xebatên hilbijartinê de cihekî girîng digire, weke mijareke hesas a siyasî hebûna xwe dewam dike.

Milyardarê komarparêz Donald Trûmp ji bo hilbijartinên ku wê di Mijdarê de pêk were li hemberî mijara koçberiyê helwestên tund nîşan dide û Serokê demokrat Bîden jî bi nêzîkatiya sist ên di vê mijarê de sûcdar dike.

Joe Bîden beriya demekê diyar kiribû ku ji bo pêşî li herikîna koçberan a li sînorê Meksîkayê bê girtin, wan polîtîkaya koçberiyê şidandine. Lê Demokratê 81 salî ku naxwaze hilbijêrên pêşverû yan jî yên bi eslê xwe biyanî dûr bigire, di heman demê de pesnê sûdên koçberiya bi rêk û pêk dide.

Li gorî daxuyaniya rêveberiya DYE'yê, Bîden armanc dike ku ji bo hevjîn ên koçber û zarokên hemwelatiyên Emerîkayê mafê rûniştinê û destûra kar hêsantir bike.

Li gorî Qesra Spî , "Ev tedbîr wê bi qasî nîv mîlyon hevjînên hemwelatiyên Emerîkayê û nêzî 50 hezar zarokên koçber ên binê temena 21 salî biparêze."

Joe Bîden di heman demê de dixwaze prosedura vîzeya xebatê ya ji bo hin koçberên ku dîplomaya xwendina bilind li DYE'yê bi dest xistine û li welêt xwedî pêşniyara kar in, leztir bike.