Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Bi yekbûna du galaksiyan Kadiz ava bû

Li gorî zanyaran ku daneyên ji teleskopa fezayê Gaîa analîz kirin, stêrkên sîwana hundir a kadizê ji galaksiyeke din tên. Tê texmînkirin ku ev galaksî beriya 10 milyar salî li kadizê ketiye.

Zanyaran dan zanîn, sîwana galaksiyê ku Kadizê dorpêç dike, ji ber li hev ketina du galaksiyan pêk hatiye. Li gorî zanyaran 10 milyar sal berî niha galaksiyeke ku 600 milyon carî ji rojê mezintir li Kadizê ketiye û di encamê de sîwana galaksiyê ya li dora kadizê ava bûye. Encamên vê lêkolînê di kovara Nature de hatin weşandin. 

Astronoman demeke dirêj hewl didan fêhm bikin ka Kadiz ji ber lihevketina gelek galaksiyên biçûk pêk hatiye yan jî ji ber lihevketineke mezin pêk hatiye. 

Astronoman ji bo teoriyên heyî kûr bikin, daneyên ji teleskopa Gaîa ku sala 2003’an li rêgeha rojgerê hatibû bicihkirin lêkolîn kirin. Peyka Gaîa li galaksiya me nêzî 1.7 mîlyar stêrk bi 3D'yê nexşe kirine. Her wiha lez û dûringa van stêrkan a li gorî cîhanê diyar kiriye. 

Astronom û nivîskara hevpar a lêkolînê ku li zanîngeha Groningen a Hollandayê dixebite Amîna Helmî ji AFP’ê re axivî û got: "Em ne li bendê bûn ku piraniya stêrkan ku sîwanê pêk tînin ji heman çavkaniyê bin."

Helmî bi dewamî got, "Komeke bi têra xwe homojenî pêk tînin. Ji vê jî wêdetir, şopên wan ên kîmyasal ji stêrkên çavkaniya xwe ji Kadizê digirin cuda bûn."

Lêkolîneran hatina van stêrkan a di nava demê re bi sêalî ji nû ve sêwirandin. Amîna Helmî û hevpîşeyên wî, gihiştin wê baweriyê ku piştî Bîg Bangê (teqîna mezin) nêzî 3.8 mîlyar sal, bi gotineke din nêzî 10 mîlyar sal beriya niha Kadiz bi galaksiyeke mezin re li hev ketiye. Zanyaran navê teleskopa Gaîa û navê dêwê di mîtolojiya Yewnan de Eceladus li hev xistin û navê Gaia-Enceladus li vê galaksiyê danîn.