Bi vîrûsa Korona re nîjadperestî jî belav bû

Li Çînê hejmara mirovên ji ber vîrûsa Korona jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Şêniyên Wûhanê li welêt mîna sûcdaran tên dîtin. Li derveyî Çînê jî cihêkarî û neteweperestî zêde bû.

Li gorî daneyên fermî li Çînê heta niha 425 kesî ji ber vîrûsa Korona jiyana xwe ji dest dane. Hejmara mirovên bi vîrûsê ketine jî di ser 20 hezar kesî re ne. Piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan û nexweş ketin li bajarê Wûhanê û wîlayeta Hûbeî ye ku Wûhan jî di nav de ye.

LI DERVEYÎ ÇÎNÊ KESEKÎ DIN JÎ JIYANA XWE JI DEST DA

Kesekî din li derveyî Çînê ji ber vîrûsa Korona jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin, li Hong Kongê ku nîv xweser e kesekî 39 salî sibeha Sêşemê rewşa wî giran bû. Kesê ku bi vîrûsa Korona ketibû jiyana xwe ji dest da. Li Hong Kongê cara yekê ye ku kesekî ji ber vîrûsê jiyana ji dest da. Beriya niha li Fîlîpînê kesekî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dabû.

WÛHANÎ SÛCDAR TÊN DÎTIN

Şêniyên Wûhanê ji ber ku vîrûs li herêma wan derket li gelemperiya welêt mîna sûcdaran tên dîtin. Tê gotin ku lêpirsîn û îxbarên di vî warî de zêde dibin. Li Çînê ji be bidawîbûna destûra Sala Nû ya 25'ê Çileyê, welatiyên çûne deverên dûr tê payin ku bi vegerê re vîrûs bêhtir belav bibe.

HIN TAXÊN PEKÎNÊ XWE BI BENDAN GIRTINE

Hin taxên paytext Pekînê xwe bi bendan girtine. Her kesên tên van taxan neçar in ku rêgeha xwe ya dawî ku çûne eşkere bikin. Li taxa Shîjîazhûangê, ji bo kesên ku di nava du hefteyên dawî de serdana Wûhanê kirine îxbar bikin 2 hezar yen xelat tê pêşniyarkirin.

Heman bêjin li her deveran rayedarên xwecihî ji bo kesên ji wîlayeta Hûbeî tên dersînor bikin dikevin bin zext û zordariyê.

CIHÊKARÎ LI WÛHANÊ JÎ HEYE

Li Wûhanê bi xwe ku nifûsa xwe 11 milyon mirov e cihêkarî heye. Lêkolînerê Navenda Lêkolînên Fransayê CNRS ê bi eslê xwe ji Wûhanê Sîmeng Wang ji rojnameya Lîberatîonê re got, "Şêniyên bajêr xwestin li dora rezîdanseke ku 2 hezar kes lê ne bendekî çêbikin, ji ber ku vîrûs lê hatiye tespîtkirin." Wûhanî dema dixwazin li wîlayeta Hûbeî bigerin neçar dimînin ku ji bendên kontrolê derbas bibin. Li gundan pankartên bi nivîsa "Wûhanî bi xêr nehatine" balê dikişînin.

Li gorî şaredarê Wûhanê beriya ku bajar bikeve karantînayê 5 milyon kesî bajar terikandin.

Li derveyî welat jî cihêkarî û nîjadperestî belav bû. Li Romayê li xwendekarên Asyayî hate qedexekirin ku bêyî kontrola tenduristiyê tevlî dersan nebin. Li Sydneyê li Chînatownê kesên li derdorê li kesekî ku krîza dil derbas kir temaşe kirin ku wî kesî jiyana xwe ji dest da. Li Mexîcoyê şîrketa Uber hesabê 240 muşteriyên xwe yên bi VTC bi Çîniyekî grîp bûbû rêwîtî kirin, girt.