Li ser nexweşxaneya Gosport War Memorial Hospitals a li bajarê Hampshire yê li başûrê Îngilîstanê raporek serbixwe hate amadekirin. Li gorî raporê, dermanên nepêwîst bûne sedem ku bi sedan nexweş bimirin.
Li gorî raporê, di navbera salên 1989-2000'î, ji ber cûreyê dermanê narkotîkê yê bi navê 'opioid' ku belasebep dihate nivîsandin, nêzî 650 nexweş mirine. Li gorî raporê, dermanê ku divê bi reçeteyê were nivîsandin, bêyî rewşeke mecbûrî, yekser hatiye nivîsandin.
Di raporê de hate ragihandin, dibe ku derman bi rêjeyeke gelekî zêde hatibe dayin ku bedena nexweşan nekariye rake.
Li Îngilîstanê deh salên dawî pirsgirêkên giran ên li Sîstema Tenduristiyê ya Neteweyî (NHS) di rojevê de ne.