Bi sedan Fîlîstîniyên birîndar bi enfeksiyonê ketin!

Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) bi bîr xist ku mehên dawî li Xezayê nêzî hezar Fîlîstînî bi fîşekan birîndar bûne û birîna wan enfeksiyon girtiye. MSF'ê hişyarî da û diyar kir ku Fîlîstîniyên birîndar dibe ku seqet bimînin.

MSF a li Şerîda Xazeyê kar dike, daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Pirsgirêka heyî ya tenduristiyê cidî ye."

MSF'ê bang li civaka navneteweyî kir ji bo alîkariya malî û ji rayedarên Îsraîl û Fîlîstînê jî xwest, li pêşiya karê personelên tenduristiyê nebin asteng. MSF'ê her wiha xwest, li gorî pêwîstiyê divê destûr bê dayin ku birîndar karibin ji Şerîda Xezayê werin derxistin.

Li Şerîda Xezayê ku di nava Îsraîl, Misr û Derya Spî de asê maye, bi mehan e çalakiyên protestoyî tên kirin. Rêxistina MSF'ê diyar kir, ji 30'ê Adarê heta 31'ê Cotmehê wan 3.117 kesên bi fîşekan birîndar bûne tedawî kirine. Lİ gorî rayedarên tenduristiyê yên Xezayê bi giştî 5.866 kes bi fîşekan birîndar bûne.

Li gorî daneyên MSF'ê, 35 ji sedî yê nexweşan birînên wan nehatine pêçandin û bi enfeksiyonê ketine. Di daxuyaniyê de hişyarî hate dayin ku hin ji van birîndaran bi taybetî yên nehatine tedawîkirin dibe ku heta dawiya emrê xwe seqet bimînin.

Li herêma ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dorpêçkirin, ji meha Adarê û vir ve herî kêm 235 Fîlîstînî bi fîşekan, ya jî ji ber bomberdûmanê mirine. 2 leşkerên Îsraîlê jî mirin.