Bi roketan êrîşî navenda leşkerên Emerîka ya li Iraqê kirin

Bi sê roketan êrîşî navendeke hewayî ya leşkerên Emerîka ya dikeve bakurê paytexta Iraq Bexdayê, kirin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên ewlehiyê dayîn AFP’ê, bi sê roketan êrîşî navendeke esmanî ya leşkerên Emerîka lê bûn hate kirin.

Di nava 24 saetan de bû cara duyemîn ku êrîşên wiha tên kirin. Şeva Yekşemê, bi du roketan êrîşî balafirxaneya Bexda ku leşkerên Emerîka lê bûn hate kirin.