Bi qasî 3 hezar penaber îsal li Derya Spî xeniqîn

Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ragihand, ku ji destpêka salê û vir ve bi qasî 5 hezar penaberî jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar ji van li Derya Spî xeniqîne.

Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (IOM) diyar kir, ku ji destpêka salê heta meha Mijdarê 5 hezar penaberên xwestin koçî welatên din bikin jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, welatên ku herî zêde mirov jê koç dikin Bangladeş, Erître, Misir, Sûdan, Fas, Sûriye û Lîbya ne. Rêxistinê da xuyakirin ku penaber bi giranî ji ber birçîbûn, tîbûn û şîdetê jiyana xwe ji dest didin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, îsal tenê li Derya Spî 2 hezar û 925 penaberên hewl didan xwe bigihînin Ewropayê jiyana xwe ji dest dan.

Çend roj berê di botekê de cenazeyên 26 zarokên keç li Derya Spî hatibûn dîtin ku tê texmînkirin ji Nîjeryayê ne. Tê texmînkirin ku destdirêjî li van zarokan hatiye kirin û piştre hatine kuştin.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku heta Mijdara 2016'an 3 hezar û 200 penaberan jiyana xwe ji dest da bûn.

Li gorî daneyên sala 2016'an ên IOM, li gelemperiya cîhanê 7 hezar û 930 koçber û penaberî jiyana xwe ji dest dan. Tê texmînkirin ku hejmara rastî ya koçberên jiyana xwe ji dest dane gelekî zêdetir e ku nehatine qeydkirin.