Bi hezaran xwendekarî dibistan boykot kirin, ji bo avhewayê meşiyan

Li Paytexta Belçîka Brûkselê bi hezaran xwendekar dibistan boykot kirin, ji bo avhewayê daketin kolanan.

Li gorî polîsan bi kêmanî 12 hezar û 500 ciwan li pêşiya Gara Centerê hatine ba hev. Meş saet 10:30’î destpê kir.

Meşa ku Pênçşema borî ji aliyê Yoûth For Clîmate ve hate organîzekirin 3 hezar ciwanên zimanên Flamanî tevlî bibûn.

Li gorî ajansa nûçeyan a Belge, ji organîzetoran Anna de Wever got: “Ev îşaretekî pir baş e. Divê ji nedîtî ve neyê.”

Çalakvanan bi yek dengî dirûşmên ‘What do we want?  Clîmate Jûstîce’ ‘ Em çi dixwazin? Edaleta avhewayê’ qîr kirin. Her wiha çalakvanan dowîzên bi nivîsên ‘Ne avhewayê, polîtîkayê biguherin’ û ‘Avhewayê biparêzin’ hildan.

Dîsa li bendê ye ku li Anversê jî heman çalakî bê kirin.