Bi hezaran Sirp ên li Kosovayê li dijî baca gumrukê meşiyan

Rêveberiya Kosovayê, li ser betalkirina daxwaza wê ya endametiya Întetpolê, mafê gumrikê danî li ser malên ji Sirbîstanê tên standin. Bi hezaran Sirp li dijî vê li bajarê Mitrovicayê meşiyan.

Li bajarê Mitrovica ku ji aliyê bakur ve bûye du parçe, bi hezaran kes daketin kolanan û bacên gumrikan protesto kirin. Çalakvanan pankartên ku li ser, “Dermanê me nîn e”, “Ji tundiya Prîştînayê re na”, “Mafê sed ji sedî me ber bi gettoyan ve didehfîne” nivîsî rakirin û meşiyan. 

Mafê gumrikan, piştî ku 22’ê Mijdarê Înterpolê endametiya Kosovayê paşve zivirandî, kete meriyetê. Rêveberiya Prîştînayê, rêveberiya Belgradê ji vê yekê berpirsyar digire. Li gorî berdevê gumrikê yê Kosovayê, piştî pêkanîna mafê gumrikê şûnde, tenê du qemyon karîne ji sînor derbas bibin.

Li gorî statîstîkên fermî yên Kosovayê, heta niha Sirbistanê salê, ji 400 mîlyon euroyî zêdetir îxracat dikir. Ev îxracat, di serî de Sirpên li Kosovayê dimînin, ji hêla Arnawûdên Kosovayê ve jî berên dihatin mezaxtin bûn. 

Bruksel û Washingtonê, xwestibû ku tedbîrên Kosovayê wergirtî betal bike. Lê belê serokwezîr Ramuş Haradinaj got, heta Sirbîstan serxwebûna Kosovayê ku piraniya wê ji Arnawûdan pêk tê nas neke wê bacên gumrikan bên girtin. 

Komîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li herêmê MINUK, xwest ku rageşî neyê zêdekirin û got, bendên Kosovayê ji bo bacên gumrikê danîne binpêkirina peymanên bazirganiyê ne û divê rake.