Bi hezaran kesî Trûmp û Erdogan şermezar kirin

Li paytexta Belçîka Brukselê di civîna NATO'yê de hatinûçûneke zêde heye. Li rojeva lîderan mijarên giran hene.

Li derve jî bi hezaran kesî NATO, Trûmp û Erdogan şermezar kirin.

Serokdewlet û serokhikûmetên dewletên NATO'yê roja Çarşemê li Brukselê civiyan. Cara pêşî ye ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp diçe Brukselê, ji bo vê jî Bruksel bi polîsan hate pêçand. Gelek dever ji çûnûhatina wesayitan re hatiye girtin. Di wesayitên gihandinê de problem derketin. Li hewayê jî bi mebesta keşfê firîn çêbû.

Berêvarkî nêzî 10 hezar kes bi banga  tevgera 'Trûmp not welcome' derketin qadan. Her wiha 70 komeleyî jî destek da vê banga çalakiyê. Polîtîkayên zayendîparêz û cihêxwaz ên Trûmp hatin şermezarkirin. Li heman cihî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan jî hate şermezarkirin. Pêkhateyên HDK’ê û komên dijfaşîst gotin, 'Erdogan not welcome'.

 

Antîfaşîst pankart vekirin û Şoreşa Rojava slav kirin. Di nav çarçoweya çalakiyên protestoyî de konsêr hatin lidarxistin. Çalakiyên protestoyê roja Pencşmê jî hê bidomin. Çalakiyên roja Pêncşemê ji hêla platforma 'Ji bo aştiyê rabe' ve tê organîzekirin.

Ji bo pêşwazîkirina Erdogan ji 100 kesî kêmtir nîjatperest ên AKP'yî çûne ber otêla ku Erdogan lê dima. Şaredarê Brukselê û Şaredarê komuna Schaerbeekê ku Tirk pir li vir dijîn, çalakiyên bi mebesta alîgiriya Erdogan qedexe kiribû. Rêxistina AKP’ê ya Belçîka bang kiribû ku 'Lîderê dinyayê Erdogan' pêşwazî bikin lê piştî ku rayedaran ji biryara xwe bi paş ve gav neavêtin banga çalakiyê hatibû betalkirin. Li ber otêla ku Erdogan lê dima komeke biçûk a faşîst civiya. Erdogan piştî ku demeke kurt ji bo çapemeniyê xuya bû bi hevjîna xwe re kete otolê.

DI ROJEVÊ DE BABETÊN GIRAN HENE

Di rojeva NATO'yê de babetên giran hene. Tirkiye, têkoşîna dijî DAIŞ'ê, ragêşiya NATO-Rûsyayê, şerê Afganîstanê, şerê Iraq-Sûriyê û çekdarbûn di nav babetên sereke de cih digirin.

NATO bi fikare ku DYA  ku di nav havelbendan de mezaftinên leşkerî 68 ji 100 DYA dike van mezaftinan kêm bike. DYA jî bang li endamên din dike ku ji bo çekdarbûnê zêdetir bimezêxin.

Rûsya ne razî ye ku NATO li Polonya û dewletên Baltikê têkiliyên leşkerî zêdetir bibin. Perwerdehiya leşkerî ya NATO ya li Ûkraynayê jî ji hêla Rûsyayê ve weke gaveke nearamiyê hate dîtin.

Her çendî ev civîn weke 'civîna biçûk' were binavkirin jî tê payin ku encamên wê giran bin. Ji Ewropa heta bi Amerîkaya Bakur û Rojhilata Navîn qadeke berfireh wê ji vê hevalbendiya leşkerî hîkar bibe.

NATO TEVLÎ KOALÎSYONA DIJÎ DAIŞ’Ê BÛ

Endamên NATO’yê ji bo ku bi Trûmp xwe şîrin bikin ji niha ve biryar standin ku li dijî DAIŞ'ê şer bikin. Sefaretên dewletên endamên NATO 24’ê Gulanê civiyabûn li gel nerazîbûna Fransa û Îtalyayê jî biryar li ser wê hatibû dayin ku NATO li dijî DAIŞ'ê tevlî nav koalîsyona navneteweyî bibe. Tê payin ku ev biryar 25’ê Gulanê di civîna NATO ya Brukselê de were pejirandin.