Bi hezaran Îsraîlî ji bo çareseriya 'bi du dewletan' meşiyan

Bi hezaran kes li paytexta Îsraîl Tel Avîvê li hev civiyan û ji bo çareseriya 'bi du dewletan' meşiyan.

Bi nêzîkbûna 50. salvegera dagirkeriya Îsraîlê ya li ser xaka Fîlîstînê re, li paytex Tel Avîvê xwepêşandanek hate lidarxistin.

Zêdeyî 10 hezar kes meşiyan û pankarta bi nivîsa "Du dewlet, hêviyek" vekirin. Çalakî ji aliyê rêxistineke civaka sivîl a bi navê "Aştî hema niha" ve hate organîzekirin. Ev rêxistin nerazîbûnê nîşanî polîtîkayên mêtîngeriyê yên hikumetê yên li Şerîa Rojava û rojhilatê Qûdsê dide.

Rêveberê rêxistina civaka sivîl Avî Bûskîla diyar kir, ku bi rêya vê çalakiyê wan nerazîbûn nîşanî hikumeta ku nîjadperestî, dagirkerî û şîdetê dike û hêviya aştiyê nade, dane.

Bûskîla got, "Dem hatiye ku welatiyên Îsraîlê nîşanî welatiyên Fîlîstînê û cîhanê bidin, ku beşeke girîng a welatiyên Îsraîlê li dijî dagirkeriyê ne û dixwazin bi rêbaza 'du dewletan' çareserî bê afirandin."

Organîzatoran, nameyek ji bo Serokê Rêveberiya Fîlîstînê Mahmûd Abbas nivîsandibûn, xwendin. Di nameyê de hat gotin, "Dem hatiye ku em bi hev re di nava ahengiyê de, bi rengekî ewle û aram bijîn. Ji bo nifşên pêş, wezîfeya me ew e ku dawî li şer bînin û aştiya wêrekan pêk bînin."

Lîderê mûxalefeta çepgirt Îsaac Herzog jî di xwepêşandanê de nîşan da ku ew alîgirê çareseriya 'bi du dewletan' e û nerazîbûn nîşanî polîtîkayên hikumetê da.

Beşeke mezin a civaka navneteweyî di wê baweriyê de ey ku wargehên Yahûdiyan ên li derveyî qanûnan, li pêşiya çareseriya 'bi du dewletan' asteng e.

Di rewşa heyî de, tevî 2.6 mîlyon Fîlîstîniyan, bi qasî 400 hezar Yahûdî li Şerîa Rojava ya hatiye dagirkirin dijîn. Ev mêtîngerî di hiqûqa navneteweyî de îllegal tê dîtin. Lê belê yên ku van wargehên Yahûdiyan diparêzin, îdîa dikin ku ev yek ji aliyê Încîlê ve ji Îsraîlê re hatiye dayin. Hikumeta li desthilatdariyê ye, weke desthilatdariya herî rastgir a dîroka Îsraîlê tê dîtin. Hin ji wezîrên hikumetê bi rengekî eşkere dibêjin, ku divê Şerîa Rojava bi Îsraîlê ve were girêdan.