Bi fuzeyan êrîşî Herêma Kesk a Bexdayê hate kirin

Vê êvarê li Bexdayê ya ku paytexta Iraqê ye, bi fuzeyan êrîşî Herêma Kesk hate kirin. Hate ragihandin ku fuzeyek li Balyozxaneya DYE’yê ketiye.

Hate ragihandin ku fuzeyek li avahiya Balyozxaneya DYE’yê ketiye û du fuzeyên din jî li baxçeyê avahiyê ketine xwarê.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatiye wergirtin, Balyozxaneya DYE û ya Siûdî Erebistan bûne hedef. Hê ev agahî jî nehatiye piştrastkirin.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya DYE’yê jî diyar kir ku Îran û komên girêdayî wê, berpirsên van êrîşan in.

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Giştî yên Iraqê Albay Yahya Resûl jî li ser hesabê xwe yê twîtterê diyar kir ku roketeke katyûşa li nîveka Herêma Kesk ketiye lê agahî nehate dayîn ku roket li ku derê ketiye.