Bi fuzeyan êrîşî Balyozxaneya DYE’yê ya li Bexdayê hate kirin

Danê siharê bi fuzeyan êrîşî Balyozxaneya DYE’yê ya li Bexdayê hate kirin.

Êrîşên li Iraq û Suriyeyê li ser baregehên Emerîkayê bê navber dewam dikin. Li gorî medya Iraqê danê siharê bi fuzeyan êrîşî balyozxaneya Emerîka ya li Herêma Kesk a Bexdayê hatiye kirin.

Heman çavkaniyê ragihand ku li derdora balyozxaneyê dengê teqînan hatiye bihîstin.

Medya Iraqê ragihand ku fuze derdora balyozaneyê ketine, heya niha jî ti aliyek berpirsyartiya êrîşê negirtiye ser xwe.