Bi fikar nêzî pêşniyaza Rûsyayê ya avakirina Sûriyeyê dibin

Rûsya dixwaze penaber vegerin Sûriyeyê, zextên Neteweyên Yekbûyî yên li ser Sûriyeyê were rakirin û ji avakirina wê alîkarî were dayîn. Welatên din bi fikar nêzî vê pêşniyazê dibin.

Di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de nûnerê Rûsyayê yê di Neteweyên Yekbûyî de Dîmîtrî Polyanskî axivî û diyar kir ku li Sûriyeyê 350 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û êdî dem hatiye ku li wê derê avakirina ekonomîk were kirin.

Polyanskî diyar kir ku li Sûriyeyê kêşeya malzemeyên avakirinê, ekîpmanên giran û kêşeya sotemeniyê heye û ji bo avakirina nû ya welat, pêdivî bi van tiştan heye. Welatên din xwedî li vê fikra avakirina Sûriyeyê derneketin.

DELATTRE: BERÊ GUHERTINÊN SIYASÎ HEWCE DIKE

Nûnerê Fransayê yê di Neteweyên Yekbûyî de Françoîs Delattre diyar kir ku beriya alîkariya avakirinê, guhertineke siyasî hewce dike û divê pêvajoyeke destûra bingehîn û hilbijartineke adilane pêk were.

Nûnerê Fransayê diyar ki ku di van şertan de Yekîtiya Ewrûpayê ew ê nikaribe alîkariyeke maddî bide û bal kişand ser vî tiştî ku serkeftinên leşkerî yên ku rejîma Sûriyeyê li herêmên Derayê bi dest xistiye û ev serkeftin aştiyê nayne.

Di hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê DYA’yê Donald Trûmp de ya li Helsînkiyê jî ji bo vegerandina penaberên Sûriyeyê û avakirina welat piştgirî hatibû xwestin.