Bi droneyan êrîş birin ser baregeheke leşkerî ya Îranê

Doh derengiya şevê bi 3 droneyan êrîşî kargeha Wezareta Parastinê ya Esfehanê ya hêzên Îranê hate kirin.

Wezareta Parastinê ya Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku di derengiya şevê de bi droneyan êrîşî komelgeha kargeha Wezareta Parastinê ya li bajarê Esfehan hatiye kirin, lê ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatiye têkbirin.

Hate ragihandin ku êrîş saet 23:30’ê şeva bihurî de pêkhat û tenê droneyekê li hedefa xwe da. Hate gotin, 2 droneyên din ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatin teqandin.

Wezareta Parastinê Îranê bê ku çavkaniya droneyan eşkere bike got: “Di encama êrişê de ti ziyanên jiyanî çênebûne, tenê banê kargehê zirar dîtiye.”