Bi deh hezaran kes li Madrîdê tevlî 'meşa rûmetê' bûn

Li paytexta Spanya Madrîdê, bi armanca şermezarkirina "mercên xebatê yên hêjar" û "mûçeya kêmtirîn" bi deh hezaran kes bi navê "meşa rûmetê" meşiyan.

Meşa ku roja Şemiyê pêk hat, li dijî reforma Qanûna Kar a ku hikumeta Marîano Rajoy di sala 2012'an de qebûl kiribû, hate lidarxistin. Vê reformê rêjeya bêkariyê kêm kir, lê belê mercên xebatê nebaş û girantir kir. Rajoy, tevî ku li parlamentê ne serdest e jî, welêt bi rê ve dibe û dibêje, ew ê vê reformê venekişîne.

Meşa ku bi deh hezaran kes tevlî bûn, bi banga bi dehan sendîka û rêxistinên çep pêk hat. "Meşa rûmetê" ya destpêkê ya mezin, di 22'ê Adara 2014'an de dîsa li Madrîdê pêk hatibû.

Ji amadekaran Vîctor Jîmenez, beriya meşê peyamek bi dîmen weşand û got, "Ev hikumet we dihêre."

Kedkarên ji her devera welêt hatin Madrîdê, daxwaza nan, kar, mal û wekheviyê kirin. Di meşa rûmetê de polîtîkayên hikumeta rastgir a dijminê kedê hatin şermezarkirin.

Spanya, piştî krîza aboriyê ya heft salan, di sala 2014'an de dest bi mezinbûnê kir. Rêjeya bêkariyê di sala 2013'an de 27 ji sedî bû. Di sala 2017'an de ev rêje daket 18.7 ji sedî.

Lê belê li gorî çalakgeran, cihên kar ne qewîn in, mercên kar hêjar e û mûçe jî gelekî kêm e. Mafên karkeran ji wan tên girtin û neçar tên hiştin ku di nava şert û mercên patron li ser wan ferz dikin, bixebitin.

Di meşê de her wiha gelek pankartên ku daxwaza çûyîna Partiya Gel a Rajoy ji ser desthilatdariyê hate kirin. Partiya Rajoy ku ji sala 2011'an û vir ve li ser desthilatdariyê ye, weke partiya herî ne li rê tê dîtin.