Bi deh hezaran kes li Londonê daxwaza reformeke nû kirin
Bi deh hezaran kes li paytexta Îngilîstan Londonê, têkildarî Brexîtê daxwaza dengdaneke nû ya gel kirin.
Bi deh hezaran kes li paytexta Îngilîstan Londonê, têkildarî Brexîtê daxwaza dengdaneke nû ya gel kirin.
Têkildarî pêvajoya derketina Qiralyeta Yekbûyî ya ji Yekîtiya Ewropa (YE) ku muzakere dom dike, li Londonê ji bo dengdaneke nû bi deh hezaran kes herikîn qadan.
Beriya du salan li ser Brexît reform hate kirin. Di meşa ji aliyê komeleya bi navê The Pople’s Vote (Dengdana Gel) hate organîzekirin de, di vê mijarê de weke destpêkek hate pênasekirin. Tê payîn ku komele di tevahiya havînê de kampanyaya xwe bidomîne.
Li gorî lêkolîneke civakî ya ji aliyê ITV’ê ve hate parvekirin, jî sedî 48’ê welatiyên Îngilîz li gel pêkhatina dengdaneke nû ne. Ji sedî 25 dijî derketin, ji sedî 27 jî bê biryar in.