DYA wê bi betalkirina tatbîkata leşkerî re tasarûfê bike

Wezareta Parastinê ya DYA’yê diyar kir ku bi betalkirina tatbîkateke leşkerî ya bi Koreya Başûr re, ew ê 14 milyon dolaran tasarûf bikin.

Tatbîkatên salane yên bi navê ‘Ûlchî Freedom Gûardîan’ divê di meha Tebaxê de bihata kirin. Lê Serokê DYA’yê Donald Trûmp piştî civîna bi Serokê Koreya Bakur Kîm Jong-ûn ya di meha Hezîranê de, tatbîkat betal kir.

Trûmp got ku, “Em ê lîstikên şer bidin sekinandin, ev tişt jî ew ê ji me re bibe tasarûf.” Serokê DYA’yê got ku, “Ji bo balefir û tiştên din em bi milyon dolaran pereyan xerc dikin.”

Berdevkê Pentagonê albay Rob Mannîng diyar kir ku bi betalkirina tatbîkatên salane yên bi Koreya Başûr re ew ê 14 milyon dolaran tasarûfê bikin. Têkildarî vî hesabî agahî nehate dayîn. Maliyeta tatbîkatên budçeya leşkerî nêzî 700 milyar dolaran e.

Li Koreya Başûr nêzî 28 hezar û 500 leşkerên DYA’yê hene. Tevî yekîneyên Koreya Başûr tatbîkatên hevpar tên lidarxistin.

Li gorî tatbîkata ku ew ê di meha Tebaxê de pêk bihata 17 hezar û 500 leşkerên DYA’yê beşdar bibûna. Ew ê tatbîkat du hefteyan bidomiya lê tatbîkat hate betalkirin.