Beriya civîna G7’an di çalakiyan de bi dehan kes hatin destgîrkirin û birîndar bûn

Beriya Civîna G7 ku wê li Fransayê were lidarxistin, xwepêşandan hatin kirin û di şerê derketî de gelek kes hatin destgîrkirin û birîndar bûn.

Îro wê li bajarokê Bîarrîtz yê girêdayî bajarê Pyrénées-Atlantiques Civîna G7’an were lidarxistin, beriya civînê gelek çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin. Di navbera xwepêşandêr û polîsan de şer derket, bi dehan kes hatin destgîrkirin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Waliyê Pyrénées-Atlantiques hatî kirin, şevê din ji saet 22:00’an ve 17 çalakger hatine destgîrkirin. Li bajarokê Ûrrûgne yê li sînorê Îspanyayê ku nêzî Bîarrîtze di mudaxaleya kesên li dijî civînê de herî kêm 4 polîs jî birîndar bûne.

Walitiyê diyar kir ku li herêmê di navbera 100—200 karkerên rêya A63’an û polîsan de şer çêbûye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku li ser mudaxaleya polîsan çalakgeran bersiv daye û polîsan jî bi bombya gazê xwe parastine.

Îro wê Civîna G7’an were lidarxistin ji bo wê 13 hezar polîs û cenderme hatine erkdarkirin.