Beriya Brexîtê Brîtanyayî dibin welatiyên Îrlandayê

Ji ber ku Brîtanya Mezin wê sala 2019'an ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve, bi sed hezaran kes ji bo li nav Yekîtiya Ewropayê bimînin, dest bi wergirtina pasaporta welatên cuda kirin. Herî zêde jî pasaporta Îrlandayê digirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îrlandayê, sala 2017'an bi giştî 779 hezar pasaport hatin derxistin û li Îrlandaya ku nifûsa xwe 4,8 milyon e, ev hejmar li gorî sala 2016'an 6 ji sedî, li gorî sala 2015'an 15 ji sedî zêde ye.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, yek ji pênc kesên serlêdana pasaportê kirine, ji Brîtanya Mezin û Îrlanda Bakur a ser bi vî welatî ve ne. Par jî hejmara welatiyên Brîtanyayê yên serlêdana welatîbûnê li Îrlandayê û welatên din ên Ewropayê kir, zêde bûbû.

Brîtanya ku bi referandûma Hezîrana 2016'an re biryar da ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve, tê plankirin ku sala 2019'an ji yekîtiyê veqete.