Bêçekkirina FARC'ê 20 rojan hate taloqkirin

Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos diyar kir, bêçekkirina FARC'ê ku dihate payin dawiya Gulanê were kirin 20 rojan hatiye taloqkirin.

Santos diyar kir ji ber derengmana peymana di navbera Neteweyên Yekbûyî û FARC’ê de bêçekkirin wê heta 31'ê Gulanê temam nebe. Serokomar got, ev pêvajo wê di nava 20 rojan de temam bibe.

Santos ragihand, ev rewş wê ti bandorê li ser biryara bê tawîz û peymana vekirî ya di navbera FARC û hikûmetê de neke.

Di navbera FARC’ê û hikumetê de Mijdara 2016’an peymana aştiyê hatibû îmzekirin.

7 hezar gerîlayên FARC’ê hene, ku ji serhildana gundiyên bê zevî ya Gulana 1964'an derketin holê.

Ev bi mebesta bêçekbûnê û vegera li jiyana sivîl di çavderiya Neteweyên Yekbûyî de li 24 qadan civiyan.

Serokkomarê Kolombiyayê di mijara lojîstik a di avakirina qadên di behsê de her çendî dijwarî hebûn jî pêvajoya li hev civînê bê kêmasî, bi ewle pêk hatiye.

Santos ji bo 20 rojên derengketî got, "Di vê maweya zêde de wê hewl were dayin ku endamên berê yê FARC’ê entegreyî jiyana sivîl û pêvajoya bêçekirinê bibin."

Santo got, ji aştiyê paş ve çûyin ne pêkan e û diyar kir, ji dema peymandanînê ve di navbera FARC'ê de û hêzên dewletê de şer çênebûye. Santos her wiha ragihand, di nav çarçoweya peymanê de nêzî 20 biryarname hatine îmzekirin.

Parlamentê biryarname mohr kiribûn. Di van van de ji bo lêpirsîna kesên ku hatine windakirin avakirina unîteyan û resmîkirina milkê erdan jî hebû.

Di şerê Kolombiyayê de ji 1960'î ve nêzî 260 hezar kes hatine kuştin, nêzî 60 hezar kes hatin windakirin, 7 milyon kes jî neçar ma ku malên xwe biterikînin.