Bavê wî ji bo azadiya Julîan Assange li Swêdê ye

Bavê damezirînê Wîkîleaksê Julîan Assange, John Shîpton ji bo azadiya kurê xwe hate Swêdê û daxuyaniya çapemeniyê da.

Shîpton Pêrşemê li parlamentoyê daxuyaniya çapemeniyê da û got Assange ku li Londonê li girtîgeha bi ewlehiya jidiyayî tê girtin, 15 kîlo li xwe kêm kirine.

Stîphon got DYE Assange dixwaze û heke Brîtanyaya Mezin kurê wî radestî DYE'yê bike cezayê wî yê girtîgehê dibe ku bikin 175 sal û ji bo Assange azad bibe li gel hemû endamên malbatê derketine tûra Ewropayê.


Shîpton piştî daxuyaniya çapemeniyê tevlî xwepêşandana ''Komîteya Hevgirtinê ya Julîan Assange'' bû û bi pankart û dowîzan heta ber avahiya parlamentoyê ya li meydana Hotorgetê meşiyan.

Yek ji damezirînerê Komîteyê Sîgyn Meder ji ANF'ê re axivî, bi bîr xist ku raportorê Neteweyên Yekbûyî tecrîda li ser Assange mîna êşkenceyê dibîne û got, ''Assange li Londonê li girtîgeheke wiha ya bi rêveberiya jidiyayî tê girtin ku bi navê ''asta 4'an'' tê binavkirin û kujer û terorîst lê têne hiştin. Di medyayê de derbarê Assange bi zanîn nûçeyên manîpulatîf têne berbelavkirin. Di rasttiyê de jî wî bi belgeyên Wîkîleaksê rastî ji gel re eşkere kir. Ji ber vê DYE dixwaze wî darizîne.''

Meder got heke Assange radestî DYE'yê were kriin wê ji sîxûrtiyê were darizandin û got, ''Sedema vê ew e ku Assange binpêkirina mafê mirovan a DYE'yê ya li Iraq û Wîetnamê ji gel re eşkere kir. Ev sûc bi çarçoweya sûcê şer in.''

Meder diyar kir di şexsê Assange de hewl tê dayin ku azadiya derbirînê û çapemeniyê ji holê were rakirin û got, ''Têkoşîna me ji bo azadiya çapemenî û derbirînê ye. Ji bo ku gel bi  rastiyan bizanibe.''