‘Bavê’ Talîbanan hate kuştin
Samî-ûl Hak ê ku ji ber waneyên olî dida gelek rêveberên tevgera Talîban û weke ‘Bavê Talîbanan’ tê naskirin li Pakistanê kuştî hate dîtin.
Samî-ûl Hak ê ku ji ber waneyên olî dida gelek rêveberên tevgera Talîban û weke ‘Bavê Talîbanan’ tê naskirin li Pakistanê kuştî hate dîtin.
Li gorî agahiyên xizmên Samî-ûl Hak dayî çapemeniyê Hak bi guleyê hatiye kuştin. Nehate zanîn bê ka Hak li kuderê hatiye kuştin.
Lê li gorî hinek organên çapemeniya Pakistanê Samî-ûl Hak beriya were kuştin li bajarê Rawalpîndî yê welatê cîran Îslamabadê bû.
Xizmên Hak, gotin Hak nava hefteyê li Îslamabadê bû. Hak rêvebertiya dibistanekî yê dikeve bakurê Pakistanê dikir.