'Baregeha li Urdunê ne kêmî ya li Încîrlîkê ye'

Li gorî pisporan, ti kêmasiya baregeha leşkerî ya li Urdunê nîne, ku Elmanya dixwaze li şûna Încîrlîkê leşkerên xwe lê bi cih bike. Tê gotin, vekişandina leşkerên Elman ji Tirkiyeyê, di her kêliyê de dikare dest pê bike.

Serokwezîra Elmanya Merkel û Serokkomarê Tirk Erdogan duh li Brukselê li hev rûniştin, lê li ser krîza Încîrlîkê li hev nekirin. Li gorî pisporan, ti kêmasiya baregeha leşkerî ya li Urdunê nîne, ku Elmanya dixwaze li şûna Încîrlîkê leşkerên xwe lê bi cih bike. Tê gotin, vekişandina leşkerên Elman ji Tirkiyeyê, di her kêliyê de dikare dest pê bike.

Piştî ku daxwaza heyetek ji parlamenterên Komîsyona Parastina Federal a ji bo serdana baregeha Încîrlîkê ji aliyê Enqereyê ve careke din hate redkirin, di navbera Elmanya û Tirkiyeyê de krîzê dest pê kir û ev krîz hê jî dewam dike.

Krîza Încîrlîkê duh jî di rojeva Merkel û Erdogan de bû, ku ji bo civîna bilind a NATO'yê li Brukselê li hev rûniştin. Piştî vê hevdîtinê, her du lîderan ti daxuyanî nedan. Hat hînbûn, Merkel ji Erdogan xwestiye ku destûrê bide wekîlên Elman ji bo serdanê bikin.

Berdevkê Merkel Steffen Seîbert piştî hevdîtinê daxuyanî da û anî ziman, pirsgirêkên navbera her du welatan di hevdîtinê de hatine nirxandin. Berdevk destnîşan kir, ku Merkel gotiye şert e wekîlên Elman serdana leşkerên Elman bike û rojnamevanê li Tirkiyeyê girtî ye Denîz Yucel bê berdan.

Merkel a ku beriya hevdîtinê axivî, anî ziman ku eger destûr ji serdana wekîlên Elman re neyê dayin, wê leşkerên xwe ji Încîrlîkê vekişînin. Erdogan jî beriya biçe Brukselê, der barê vekişîna leşkerên Elman ji Încîrlîkê gotibû, "Eger wê bikin, ji bo me ne pirsgirêk e. Eger biçin, em ê jî bêjin oxir be. Tiştekî nabêjin."

'BAREGEHA LI URDUNÊ NE KÊMÎ ÎNCÎRLÎKÊ YE'

Wezîra Parastinê ya Elman Ûrsûla von der Leyen hefteya bihurî bargeha leşkerî Muwaffaz Saltî ya li Urdunê ziyaret kiribû û tê gotin, ku ev baregeh ji bo leşkerên Elman cihekî baş e. Pisporê leşkerî Rayk Haehnleîn, taybetmendiyên baregeha leşkerî ya li Urdunê ji bo rojnameya Der Tagesspîegelê nivîsand û wiha got, "Ti kêmasiyeke baregeha li Urdunê ji ya Încîrlîkê nîne. Ji bo vekişînê, cihekî baş e."

Pisporê leşkerî bibîr xist, baregeha li Urdunê ji aliyê Amerîkiyan ve hatiye çêkirin û ji bo nîqaşa "Urdun mîna Tirkiyeyê endamê NATO'yê nîne, lewma ne ewle ye" ev bersiv da: "Ewlekariya li Urdunê ji aliyê îstîxbarata DYA ve tê birêvebirin û ne kêmî Tirkiyeyê bi ewle ye. Wekî din, Urdun yek ji welatên herî aktîf e ku di nva koalîsyona dijî DAIŞ'ê de cih digire."