Barana mûsonê ya li başûrê rojhilat ê Asyayê didome

Ji ber barana mûsonê ya li başûrê rojhilat ê Asyayê dibare, lehî rabû û cih heziyane. Ji ber karesatê 750 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Barana mûsonê ya ku ev serê hefteyekê ye li başûrê rojhilat ê Asyayê, hê jî didome. Li gorî bîlançoya dawîn a ne teqez 750 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Herî zêde jî Hîndistan li jêr bandora karesatan maye. Hêzên ewlehiyê li herêman digerin û mirovan li stargehên demdemî bi cih dikin.

Li Bangladeş û Nepalê jî kesên li jêr bandora karesatan mane, li stargehan hatin bicihkirin. Rêxistinên mafên mirovan ji ber xurekan bi fikar in û ji ber ava qirêj banga tedbîra nexweşiyan kirin.

Li her herêmê barana mûsonê bi awayekî zêde dibare. Lê bi dehan sal in, cara pêşîn evqasî zêde bandor li herêmê kiriye.