Barana li Bangladeşê: Yek ji sê parên welêt di nav avê de ye

Li Bangladeşê ku barana mûsonê bandoreke giran lê kiriye, yek ji sê parên welêt di nava avê de maye. Bi milyonan mirov ji cih û warê xwe bûn.

Li Bangladeşê, ku piraniya bajar û navçeyên wê li derdora çeman e, barana mûsonê bandoreke giran lê dike. Di navbera mehên Hezîran-Îlonê de yek ji sê parên Bangladeşê di nava avê de dimîne.

Li gorî daneyên ku ji aliyê Saziya Meteorolojiyê û Têkoşîna li dijî Lehiyê ya Bangladeşê, barana îsal bûye sedema felaketa lehiyê ya herî mezin a 10 salên dawî. Rayedaran diyar kirin ku ji ber baranê av di ser çemên Ganj û Brahmapûtra re çûye.

Hate ragihandin ku yek ji sê parên vî welatî ji ber barana îsal di nava avê de maye. Tê texmînkirin ku ev rêje dikare bigihêje asta 40 ji sedî.

Li Bangladeşê her sal bi sedan kes ji ber baranê dimirin.