Bang li Îranê kirin: Di Televîzyonan de dawî li îtirafa bi zorê bînin

Du rêxistinên civaka sivîl bang li rejîma Îranê kir ku dawî li pêkanînên xwe yên bi zorê yên girtiyan li ser televîzyonê didin îtirafkirin bîne.

Federasyona Mafê Mirovan a Navnetewî (FIDH) û rêxistina Justîce for Îran (Jibo Îranê Edalet) a endamê Îranê ya navenda wê London e raporek weşandin.

Her du rêxistinan jî di serî de bertek nîşanî rejima Îranê ya ku parêzvanên mafê mirovan û rojnamegeran dikin hedef ku bi rêbazên “Hemû dengê muxalîf bê bandorkirin” dan.

HERÎ KÊM 355 KES LI SER TELEVZIYONÊ BI ZORÊ DAN ÎTIRAFKIRIN

Di raporê de ev hate gotin: “Di nava salên 2009 heta 2019 de di qada civakî ya Îranê de, herî kêm 355 kes bi zorê dan îtirafkirin û dem dem herî kêm li dijî 505 kesan naverokên reşkirinê hatin weşandin.” Her du rêxitinan daxwazkirin ku dawî li vê pêkanîna “her diçe zêde dibe” bê anîn.

ÎTIRAF BI ÊŞKENCÊ HATIN GIRTIN

Li gorî herdu rêxistinan, “Îtirafên bi zorê, hemû muxalîf bê bandorkirin û bi daxwaza îlama terorîzmê bi şêweyek sîstematîk bi zorê hatiye girtin û di qadên civakî yên Îranê de hatiye weşandin.”

Li gorî raporê mexdurên êşkencê yên serdana îfadeyên xwe kirîn gotin: “Li pêşberî kamereyan piranî ji bo bûyerên ji derveyî rastiyê ji bo bê îtirafkirin em mexdûrê êşkence û kirayarên xirab dimînin.”