Bandora felaketên meteorolojîk ên li Efrîkayê dibe ku bê kêmkirin

Li Efrîkayê her sal bahozên dijwar dibin sedema hilweşîneke mezin û xurekê kêm dike. Bernameyeke nû ya ku bahozên dijwar dikare bişopîne hate amadekirin.

Bernameyeke kompûterê ku ji aliyê însiyatîfa bi navê Afrîcan Swîft ve hate afirandin wê derfetê bide meteorologan ku saet bi saet rewşa hewayê bişopînin. Bi saya vê yekê wê mirov karibin bûyerên meteorolojîk ên dijwar berê tespît bikin û karibin zû tevdîrên xwe bigirin. Ev qada teknîkî bi giranî bi navê 'Now Castîn' (Pêşdîtina di cih de) tê naskirin û meteorologên Afrîkayî wê karibin xwe bigihînin wêneyên peykê yên têkildarî çêbûna bûyerên meteorolojîk ên giran û bahozên dijwar.

BI ÇI RENGÎ DIXEBITE?

Bernameya Now Castîng peykên ku guhertina li atmosferê dişopînin bi kar tîne û bi saya vê yekê agahiyên tên qeydkirin 15 deqeyan carekê ji ajansên texmînên meteorolojiyê re tê şandin. Di çarçoveya vê projeyê de zanîngehên Leeds û Readîng ên li Îngilistanê, Daîreya Meteorolojiyê ya Îngiliz û daîreyên meteorolojiyê yên li Gana, Kenya, Nîjerya û Senegalê bi hev re dixebitin.

BANDOREKE NEYÎNÎ LI EFRÎKAYÊ DIKE

Parzemîna Efrîkayê yek ji wan parzemînan e ku bûyerên hewayê bandoreke giran lê dike. Ji pisporên Navenda Pêşvebirina Bernameyên Meteorolojîk ên Efrîkayê (ACMAD) Dr. Elîjah Adefîsan diyar kir, ku mirina mirovan a ji ber barana zêde, lehiya ji nişka ve û bayê dijwar wê bi saya vê bernameya nû bê kêmkirin.

LI GOLA VÎCTORÎAYÊ BI HEZARAN MASÎGIR DIMIRIN; ÇANDINÎ TINE DIBE

Bername par li Kenyayê hate ceribandin û bi saya wê, şemitîna xakê ya li rojavayê welêt û zerara giran a ava lehiyê ya bi ser Gola Vîctorîayê diherike hatibû kêmkirin.

Ji ber barana dijwar û bi taybetî jî bahozê, her sal li Gola Vîctorîa ya li Kenyayê ji 3 hezar û 5 hezar masîgir jiyana xwe ji dest didin.

Her wiha felaketên li gelemperiya Efrîkayê ji ber germahiya global zêde dibin, zerareke mezin dide çandiniyê ku yekane çavkaniya debarê ya bi sedan milyon kesî ye.