Balance: Bi OSO’yê re ‘serseriyên’ Osmaniyan hate avakirin

Pisporê Rojhilata Navîn Fabrîce Balanche ji rojnameya Le Fîgaro ya Fransayê re axivî û diyar kir ku rejîma Erdogan bi OSO’yê re komên serserî yên Osmaniyan ava kiriye.

Fabrîce Balanche ji rojnameya Le Fîgaro re axivî û êrişên dagirker ên dewleta Tirk nirxand.

Balanche diyar kir ku li Sûriyeyê hedefa sereke ya Tirkiyeyê ev e ku di sala 2016’an de piştî ku Tirkiyeyê xwe nêzî Moskovayê kir, ji ketina Beşar Esad zêdetir, tunekirina projeya xweseriyê ya Kurdan e.

Balanche diyar kir YPG a ku di nav QSD’ê de yek ji hêza sereke ye û vê hêzê li dijî DAÎŞ’ê şer kiriye û got “Heke ne ji wan bûya wê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rizgar nebûya. Tirkiyeyê di sala 2018’an de dema ku Efrîn û di sala 2019’an de Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, welatên rojava destûr dan Tirkiyeyê. Ev her du êrîş bi civînên bi Rûsyayê re çêbû. Erdogan dixwaze 30 kîlometre dûrî sînorê Tirkiyeyê kembereke ewlehiyê çêbike. Ev jî tê wateya ku ne bi tenê milîsên YPG’ê ji holê were rakirin, di heman demê de nifûsa Kurdan jî ji holê were rakirin û li van deran ji dêvila Îdlîbê Ereban bînin vê derê. Erdogan dixwaze ji Behra Spî heta Dîcleyê li bakurê Sûriyeyê kembereke Ereb û Îslamî ava bike. Jixwe li bakurê rojava, di navbera Îdlîb û Cerablûsê herêmeke di bin kontrola Tirkiyeê de ava bûye. Tirkiye ji bo ku êrişî Kurdên li Sûriyeyê bike û mudaxeleyî Lîbya û Qerebaxê bike, leşkerên bi pere dikişîne wir.Erdogan bi vî awayî serseriyên dema Osmaniyan dîsa ava kir. OSO û Tirkiye van tiştan pêk tînin. Li Efrîn û Serêkaniyê gelek erd û avahiyên Kurdan hatin desteserkirin û ev tişt dan van kesan û malbatên wan.”

Di dema Osmaniyan de ev serserî leşkerên bi pereyan bûn. Li herêmên hatine dagirkirin, ji bo terorîzekirina gel dihatin bikaranîn. Bi taybetî li Balkanan zêde hatin bikaranîn.  Ev serseriyên di dema Osmaniyan de di Nîsana 1909’an de jî dema li Edeneyê 30 hezar Ermen hatin qetilkirin, ji aliyê JonTirkan hatibûn bikaranîn.