Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî Xezzayê kirin
Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî çepera Arîn a Tûgayên Îzzeddîn Qessam kirin ku li nêzî kampa Penaberan a En-Nûseyrat a Xezzayê ye.
Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî çepera Arîn a Tûgayên Îzzeddîn Qessam kirin ku li nêzî kampa Penaberan a En-Nûseyrat a Xezzayê ye.
Hate ragihandin, balafirên şer ên Îsraîlê êrîş birine ser çepereke leşkerî ya Tûgayên Îzzeddîn Qessam ku baskê çekdarî yê Hamasê ye.
Ji ber êrîşê tiştek bi kesî nehat. Artêşa Îsraîlê hîn li ser êrîşê daxuyaniyek nedaye.