Bahreyn dixwaze Şêx Qasim sirgûnî Iraqê bike

Tê gotin, rêveberiya Bahreynê ji bo lîderê olî yê Şîa Şêx Qasim sirgûnî Necefê bike, heyetek şandiye Iraqê.

Li gorî agahiyan, rêveberiya Bahreynê ji bo lîderê olî yê Şîa Îsa Qasim sirgûnî Necefê bike, pêşniyar li Iraqê kiriye. Li gorî nûçeya televîzyona El Meyadînê, rêveberiya Bahreynê bi vê armancê heyetek şandiye cem Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî. Di nûçeyê de hat ragihandin, ku Ebadî 'destek daye Qasim' û pêşniyara lê hatiye kirin qebûl nekiriye.

Li Bahreynê, roja 23'ê Gulanê salek cezayê girtîgehê li Şêx Îsa Qasim hatibû birîn û biryar hatibû dayin ku malên wî bên desteserkirin. Ji ber vê yekê, bi hezaran Şîa li ber mala Qasim a li Dîrazê li hev civiyan û çalakiya protestoyî lidar xistin. Polîsan di dema xwepêşandanê de êrîşî çalakgeran kirin û ji ber vê êrîşê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn û 280 kes jî hatin binçavkirin.

Şêx Qasim ê 75 salî, di Hezîrana 2016'an de bi îdîaya "mezhebperestî û propaganda şîdetê kiriye, li gorî berjewendiyên hêzên derve xebitiye" ji welatîbûnê hatibû derxistin. Li Bahreynê, ku piraniya nifûsa xwe Şîa ye, rejîma alîgirê Erebîstana Siûdî Qasim sûcdar dike, ku alîgiriya Îranê dike.

Di vê navberê de, hat hînbûn ku Qasim hê li mala xwe ya li Dîrazê ye û der barê hepsa malê de ti biryar jê re nehatiye ragihandin.