Bahoza Tîno li Fîjiyê da

Fîjî ya yek ji welatê giravê yê Okyanûsyayê ye di nava 3 hefteyên dawî de bû cara duyemîn ku bahoz lê radibe.

Bahoza Tîno ya xwedî hêzeke mezin a têkbirinê ye, îro li Fîjiyê da. Roja Pêncşemê jî ji ber şilya zêde dema ku dayik û keça wê dixwestin li ser çemekê re derbas bibin, winda bûbûn.

Welatiyên lez dane xwe ku xwe bigihînin cihên lezgîn ên bi cihbûnê, gelek tûrîst jî ji navendên tûrîstî xwe gihande paytext Sûvayê.

Servîsên meterolojiyê ya Fîjî ragihand ku wê bahoza Tîno hê mezintir bibe û ber bi Vanûa Levû ya duyemîn girava herî mezin ve ketiye rê. Agahiya ku leza bayê gihiştiye di saetê de 130 kêlometreyî.

Ji ber bahoza Tînoyê ziyan gihiştiye gelek mal û cihên çandiniyê.

Di dawiya meha Kanûnê de ji ber bahoza Saraî ya li Fîjiyê 2 kes mirin, 2 hezar û 500 kes jî neçar mabûn ku xwe bigihînin navendên lezgîn ên bicihbûnê.