Bahoza sedsalê: Li Rûsya û Ûkraynayê 18 kes mirin
Rayedarên Ûkrayna û Rûsyayê diyar kirin ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê 18 kes mirine.
Rayedarên Ûkrayna û Rûsyayê diyar kirin ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê 18 kes mirine.
Wezîrê Karên Hundir ê Ûkraynayê Îgor Klymenko diyar kir ku ji ber bahozê 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Klymenko her wiha diyar kir ku 23 kes jî birîndar bûne ku 2 ji wan zarok in.
Bahoza ku di medya Rûsyayê de weke 'bahoza sedsalê' tê pênasekirin, li gorî rayedarên Rûsyayê li Qirimê û herêmên din ên Ûkraynayê ku hatine dagirkirin, her wha li Moldovayê bûye sedema mirina 8 mirovan.
Li 11 herêmên Ûkraynayê li zêdeyî 400 deveran ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê elektrîk qut bûye.
Wezareta Enerjiyê ya Rûsyayê diyar kir ku ji ber bahozê nêzî 1.9 milyon mirov bêelektrîk mane.