Bahoza li Bangladeşê rabû, kampa Rohîngyayê ji holê rakir

Bahoza Mora ya li Bangladeşê, li kampeke ku piraniya şêniyên wê hindikahiyên Misilman Rohîngyayan e, xist.

Bahoza navborî roja Sêşemê rabû û li kampa ku 600 hezar kes lê bûn, xist. Ji ber bahozê 6 kesên li kampê jiyana xwe ji dest dan. Şêniyên kampê jî hatin tahliyekirin.

Bahozê xisareke giran a madî li kampê kir. Li gorî rêxistinên însanî yên li kampê dixebitin, zêdeyî 16 hezar holikên li kampê hilweşiyan e ya jî xisar lê bûne.

Bahozê her wiha bandor li navçeya bi navê Cox's Bazar a li derveyî kampê jî kir. 17 hezar kesên li vir dijîn zerar dîtin.

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ragihand, krîzeke giran a xwarin, stargeh, tenduristî û avê heye.

Rêxistinê diyar kir, sîstema veguhastina avê û tiwalet bi temamî xera bûne û bang li rêxistinên însanî kir, ku piştgiriya xwarinê bidin kampê.

Şêniyên kampê dibêjin, rayedaran ew berê hişyar nekirine ku wê bahoz rabe, lewma stoka wan a xwarinê jî nema ye.

Bi qasî 300 hezar mirovên li Myanmar a cîran zext li wan dihate kirin, xwe li Rohîngya û kampên li başûrê Bangladeşê girtin û di nava şert û mercên giran de dijîn.