Bahoza Îdayê: Li DYE'yê herî kêm 44 kes mirin

Li New York û derdora wê, ji ber barana zêde û lehiyê herî kêm 44 kes mirin.

Di şeva Çarşem û Pêncşemê de ji ber bahoza Îdayê baraneke dijwar bariya û taxên New Yorkê ji nişka ve di nava avê de man.

Li bajarê çand û aboriyê yê DYE'yê New York, herî kêm 13 kesî jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku kesên jiyana xwe ji dest dane li Manhattan, Queens an jî Brooklynê, li binê erdê, li avahiyên kevn û cihên neçê diman, xeniqîne.

Li bakurê Manhattanê li herêma Westchesterê 3 kes di wesayitên xwe de xeniqîn.

Li eyaleta Connecticutê jî polîsekî trafîkê jiyana xwe ji dest da.

Li eyaleta New Jerseyê jî herî kêm 23 kes mirin.

Rayedarên Phîaledelphîayê jî diyar kirin ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.