Bagera li Fîlîpînê: Hejmara miriyan zêde dibe

Hat ragihandin, hejmara mirovên ji ber Bagera Tembînê li Fîlîpînê mirin, gihîşt 230 kesî.

Li Fîlîpînê, ku bagera tropîkal a Tembînê (Vînta) lê da, hejmara miriyan zêde dibe. Hat ragihandin, 230 kes ji ber şemitîna axê û rabûna lehiyê jiyana xwe ji dest dane.

Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê, li herêma ku bagerê lê daye karê xwe yê lêgerînê didomînin. Ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê car carna navberê didin karê xwe.

Rayedaran diyar kirin ku bi qasî 70 hezar kesî ji neçarî cih û warên xwe terikandine û agahî ji 150 kesî nayê girtin.