Awûstûrya li dijî penaberan leşkeran dişîne ser sînorê Îtalyayê
Tê gotin, hikumeta Awûstûryayê bi bahaneya penaberên di dema dawî de ji Îtalyayê tên, wê yekîneyeke leşkerî li ser sînor bi cih bike.
Tê gotin, hikumeta Awûstûryayê bi bahaneya penaberên di dema dawî de ji Îtalyayê tên, wê yekîneyeke leşkerî li ser sînor bi cih bike.
Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), hejmara penaberên ji destpêka salê ve hatine Îtalyayê 83 hezar û 650 ye. Ev hejmar li gorî heman serdema sala 2016'an 20 ji sedî zêde bûye. Di nav avê salê de zêdeyî 2 hezar kes li Derya Spî xeniqîn.
Tê payin, beşeke girîng a penaberên li Îtalyayê derbasî wleatên din ên Yekîtiya Ewropayê bibin. Awûstûryayê gefa girtina sînorê xwe yê li aliyê başûr xwar.
Hikumeta koalîsyona sosyal demokrat-mûxafazakar, ku di dema koçberiya sala 2015'an de kontrolên li ser sînorê Macarîstanê şidand, niha jî plan dike ku leşkeran li ser sînorê Îtalyayê bi cih bike.
Di nûçeya rojnameya Dîe Krone de hate ragihandin, Wezîrê Parastinê Hans Peter Doskozîl ragihand, dibe ku ew yekîneyeke leşkerî bişînin ser sînorê Îtalyayê. Di nûçeyê de agahî hate dayin, ku tevî wesayitên giran bi qasî 750 leşker ji bo vê armancê amade ne.
Di navbera Awûstûrya û Îtalyayê de sînorekî ji 430 kîlometreyan heye. Ev sînor bi giranî ji Çiyayên Alpê pêk tê.