Awûstûrya dixwaze mafê welatîbûna Tirkiyeyiyan rawestîne

Partiya FPO ku hevparê koalîsyona li Awûstûryayê ye, bi hinceta ku Enqereyê di mijara hemwelatîbûnê de hevkarî nekiriye, dixwaze mafê welatîbûnê yê Tirkiyeyiyan rawestîne.

Partiya Azadiyê ya Awûstûryayê (FPO) ku partiyeke rastgir a tund e, hevparê herî biçûk ê hikumetê ye. Lîderê FPO û Alîkarê Serokwezîr Heînz-Chrîstîan Strache diyar kir ku ew dixwazin pêşî li welatîbûna Tirkiyeyiyan bigirin.

Strache ragihand, di mijara lêkolînkirina hemwelatîbûnê de ku zêdeyî 270 hezar Tirkiyeyî lê dijîn, Enqere hevkariyê nake û ev yek jî weke hinceta biryara xwe ragihand.

Li Awûstûryayê mafê Tirkiyeyiyan ê ji bo hemwelatîbûnê nîne. Li gorî qanûnên Awûstûryayê, dema ku Tirkiyeyiyek bû welatiyê Awûstûryayê, divê ji welatîbûna Tirkiyeyê derkeve. Di hilbijartinên bihurî yên Tirkiyeyê de, eşkere bû ku zêdeyî 100 hezar Tirkên welatiyên Awûstûryayê dengê xwe danîne. Vê yekê jî rê li ber wê nîqaşê vekir ku Tirkiyeyiyên bûne welatiyên Awûstûryayê ji welatîbûna Tirkiyeyê derneketine yan na.