Awûstralya wê milyarek dar biçîne

Awûstralya ku ji aliyê daristanan ve dewlemend e, ji bo emîsyona gaza serayê kêm bike dixwaze heta sala 2030'î milyarek dar biçîne.

Awûstralya ji bo armancên di peymana Avhewayê ya Parîsê de hatin destnîşankirin bi cih bîne, dixwaze heta sala 2030'î milyarek dar biçîne. Awûstralya niha di bin bandora germa zêde de ye. Ev yek jî ji hin aliyan ve weke encama germahiya global tê dîtin.

Tedbîra ekolojîk a bi rengê çandina daran, ji aliyê Serokwezîrê mûxafazakar Scott Morrîson ve hate dayin. Li gorî agahiyên di rojnameya xwecihî ya The Mercûry de hatin weşandin, ji bo projeya ku maliyeta wê 12.5 milyon dolar e, neh herêm hatine diyarkirin. Ev herêm jî ji Tazmanyayê dest pê dike û digihêje bakurê parzemînê.

Awûstralyayê di çarçoveya peymana avhewayê de soz dabû ku heta sala 2030'î bi rêjeya 26 heta 28 ji sedî emîsyona gaza serayê kêm bike.