Atîna wê batarya Patriotê bide Riyadê

Yewnanistan, ji bo parastina ji êrişên Hûsiyan ên li dijî binesaziya enerjiyê wê bataryayeke fuzeyan a Patriot bide Erebistana Siûdî.

Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias di dema serdana xwe de ya li Riyadê got, "Me peymanek mohr kir ji bo bataryayek Patriotê bidin Erebistana Siûdî."

Wezîrê Parastinê yê Yewnanistanê Nikos Panagiotopoulos ku ew jî di nava heyetê de heye, daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku batarya wê di demeke nêz de bi rengekî amadebûyî li xaka Siûdî bê bicihkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî gefên terorîstan ji bo parastina binesaziya bingehîn a enerjiyê" wê batarya bê bicihkirin.

Têkildarî mijarê rayedarên Siûdî ti daxuyanî nedan. Nayê zanîn ku di halê hazir de çend bataryayên Patirot di destê Siûdiyan de ne.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Gulana 2020'î bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wê çar bataryayên xwe yên Patriot ên li Erebistana Siûdî vekişînin. Du ji van piştî êrişên li ser navendên petrolê yên Siûdî di Îlona 2019'an de hatibûn bicihkirin. Ji ber êrişa li ser navenda petrolê, hilberîna petrolê nîv bi nîvî kêm bûbû û vê yekê jî bazar xistibû nava panîkê. Milîsên Hûsî yên Yemenî berpirsyariya êrişê dabûn ser milê xwe, lê Riyad û Washingtonê, berpirsyarî xistibû stuyê Îranê. Îranê jî derewandibû.