Asta Okyanûsê dibe ku bi 3 qatan ji texmînan bilindtir bibe

Asta ava li okyanûsê ku salan e bi qasî 0,3 santîmetreyî bilind dibe, sala 2100'î wê salane bi qasî santîmetreyekê bilind bibe.

Pisporên avhewayê yên li Zanîngeha Coloradoyê li ser bilindbûna asta ava li okyanûsê lêkolînek kirin. Encama wê jî li Proceedings of the National Academy of Sciences hate weşandin.

Di lêkolînê de hate bibîrxistin ku asta ava li okyanûsê ji sala 1993'an û vir ve salane 3 mîlîmetre (0,3 santîmetre) bilind dibe û hate bibîrxistin ku ev bilindbûn ji texmînan zêdetir e. Li gorî vê yekê, sala 2100'î ê wê asta ava li okyanûsan li gorî sala 2005'ê bi 65 santîmetre bilind bû be.

Halbûkî heta niha dihate texmînkirin ku bilindbûna asta avê wê 30 santîmetre be. Hat tespîtkirin ku dema bû sala 2100'î wê asta bilindbûna ava okyanûsê salane santîmetreyek be.