Mûxalefeta rastgir amadekariyan dike ku sibe xwepêşandaneke mezin a protestoyî lidar bixe. Wezîrê Parastinê û Serokê Fermandariya Giştî Vladîmîr Padrîno, li paytext Caracasê di xwepêşandanekê de axivî û ragihand ku ew bi Madûro re ne.
Di vê xwepêşandanê de Serokdewlet Madûro û bi hezaran milîsên sivîl lê amade bûn. Padrîno di dewama axaftina xwe de destnîşan kir, ku hêzên çekdar bi rengekî bê şer bi Serok Madûro re girêdayî ne. Padrîno bal kişand ser dilsoziya xwe ya bi Serokdewletê berê Hûgo Chavez re û anî ziman, Madûro jî nûnerê vê xetê ye.
Serokdewlet Nîcolas Madûro jî li merasîmê peyivî û ragihand, dilsoziya wî ya bi Hûgo Chavez ku di sala 2013'an de jiyana xwe ji dest da, kir ku artêş bi wî re be.
Ji sala 2014'an û vir ve kêmbûna buhayê petrolê, li Venezûelayê ku aboriya wê li ser bingeha firotina petrolê ye, rê li ber krîza aboriyê vekiribû. Partiyên rastgir jî ku li parlamentê serdest in, ji vê krîzê Madûro berpirsyar dibînin û dixwazin îstifa bike.
Beriya xwepêşandana sibe ya mûxalefetê, ku weke 'dayika hemû xwepêşandanan' tê binavkirin, Nîcolas Madûro wê yekîneyên artêşê li gelemperiya welêt wezîfedar bike.
Li Venezûelayê 165 hezar leşker û bi qasî 500 hezar hêza milîs a sivîl heye.