Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê: Wê Tirkiye bi muzakereyan ji Lîbyayê dernekeve

Berdevkê fermî yê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ya ku General Halîfe Hafter pêşengiya wê dike, diyar kir ku Tirkiye ne bi muzakereyan û ne jî bi rêya qasidiyê ji Lîbyayê dernakeve.

Berdevkê fermî yê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Ahmet El Mîsmarî diyar kir ku Tirkiyeyê baregeha Watîye ya ku xistiye bin kontrola xwe dixwaze wê baş biparêze.

El Mîsmarî diyar kir ku dewleta Tirk bi vî awayî dixwaze hêzên xwe yên li baregeha Watîyeyê zêde bike û Enqere ne bi rêya muzakereyan û ne jî bi rêya qasidiyê ji Lîbyayê dernakeve.

El Mîsmarî diyar kir ku keştiyeke şer a Tirk di 4’ê Çileyê de ketiye lengergeha El Humsê û piştî çend saetan ji wir derketiye.

Mîsmarî diyar kir ku ew hewld dibin petrolê ji nû ve hilberîne û bifiroşe û ji bo rêwîtiya hewayî jî xebatên wan hene. Li gorî vê daxuyaniyê karên ji bo neqilkirina girtiyan jî dest pê kiriye.

Di sala 2019’an de dema ku hêzên Hafter girtin ser Trablûsê Tirkiyeyê jî ji bo piştgiriya Hikumeta Yekîtiya Neteweyî ya Trablûsê bi hezaran çete û çekdar ji Sûriyeyê şandibû wir. Tirkiyeyê bi vê piştgiriya xwe ambargoya çekan a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bin pê kiribû.

Li ser meseleya Lîbyayê di bin banê Neteweyên Yekbûyî de di meha Cotmehê de li ser agirbestê peymanek hate îmzekirin. Ji bo hilbijartinên giştî yên di sala 2021’an de peyman hate çêkirin. Lê her du alî jî li ser meseleya rêveberên pêvajoya derbasbûnê hê li hev nekirine.