Artêşa Iraqê li Bexdayê qedexeya derketina derve îlan kir
Artêşa Iraqê ji derengiya şevê heta serê sibê li paytext Bexdayê qedexeya derketina derve îlan kir.
Artêşa Iraqê ji derengiya şevê heta serê sibê li paytext Bexdayê qedexeya derketina derve îlan kir.
Li Bexdayê bi hezaran kes li qada Tahrîrê daxwaza daxistina rejîmê kirin, artêşa Iraqê jî îşev saet 00:00’an heta 06:00’ê sibê qedexeya derketina derve îlan kir. Artêşê ragihand ku qedexeya derketina derve heta fermaneke din derbasdar e.
Li Iraqê roja Duşemê tevî hişyariyên Wezareta Perwerdê xwendekaran ders boytok kirin û daketin qadan.